Bi gulebaranê li Humsê ciwanek hat kuştin

Li bajarê Humsê bi gulebaranekê ciwanek bi navê Nadir Tenûs hat kuştin. Mîna van êrişan li parêzgehên din ên Sûriyeyê jî rû didin.

Bi gulebaranê li Humsê ciwanek hat kuştin
16 tebax, 2026   09:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku nûçegihanên me dane, duh (15 Tebax) li taxa Kerem El Loz a bajarê Humsê ciwanek bi navê Nadir Tenûs dem ji karê xwe vedigeriya malê rastî gulebaranê hat, di encamê de bi giranî birîndar bû.

Nadir Tenûs di serê xwe de birîndar bû, paşê ji ber giraniya birîna xwe jiyana xwe ji dest da. Êrişîkar û sedema êrişê jî hîn nehatiye zelalkirin.

Tenûs beriya niha ji Siwêdê vegeriyabû Sûriyeyê û li Humsê bi cih bibû, tê gotin ku ew ji gundê El Kîme yê gundewarê Humsê ye.

Li Sûriyeyê heman bûyer didomin, duh li gundewarê Hemayê ciwanek hat kuştin, xwîşk û biraziyê wî birîndar bûn. Beriya vê bûyerê jî dermanfiroşek li taxeke bajarê Hemayê hat kuştin. Ev bûyer metirsiyên şêniyan zêde dikin û rewşa ewlehî ya nebaş dide nîşandan.

(sb)