NY’yê li ser darvekirinên li Îranê hişyarî da

Neteweyên Yekbûyî (NY) li hemberî darvekirinên girtiyên siyasî û bêdengkirina xwepêşanderan hişyarî da û destnîşan kir ku di nava 3 mehên yekem ên sala 2026’an de herî kêm 151 kes hatine bidarvekirin.

NY’yê li ser darvekirinên li Îranê hişyarî da
7 mijdar, 2026   16:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonîo Guterras têkildarî darvekirinên girtiyên siyasî yên li Îranê peyamek hişyariyê da.

Di peyamê de hate ragihandin ku di 3 mehên ewil ên sala 2026’an de bi kêmanî 151 kes hatine bidarvekirin ku ji vana 33 kes jin in û 39 kes jî welatiyên Efganistanê bûne.

Hate ragihandin ku ji 25’ê Kanûna 2025’an heta Sibata 2026’an bi kêmanî 53 hezar û 888 xwepêşander hatine girtin, îşkence û destdirêjî li wan hatiye kirin û xistine hucreyên yekkesî.

Di peyamê de hate diyarkirin ku piştî şerê 28’ê Sibata îsal rejîma Îranê bi hincetên ewlehiya neteweyî cezayê darvekirin û girtinê zêdetir kiriye.