Hêzên Îsraîlê bi ser malên Quneytîrayê de girtin

Hêzên Îsraîlê derbasî bajarokê Semdaniyê yê rojhilatê Quneytîrayê bûn û bi ser malan de girtin.

Hêzên Îsraîlê bi ser malên Quneytîrayê de girtin
29 tebax, 2025   13:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Îsraîlê derbasî bajarokê Semdaniyê yê gundewarê Quneytîrayê yê başûrê rojavayê Sûriyeyê bûn, bi ser gelek malan û avahiyan de girtin û rewşeke metirs di nava şêniyan de çêkir.

Li gorî agahiyên Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) parve kirine, hêzên Îsraîlê bi awayekî berfireh bi ser mal û avahiyan de girtin, hîna pişkîner û dorpêç dewam dike. Vê yekê di nava şêniyan de metirsî çêkir.

(fr)