Hêzên Îsraîlê 2 carine di rojekê de derbasî Quneytîrayê dibin

Hêzên Îsraîlê tevî 6 wesayîtên leşkerî 2 carine di rojekê de derbasî gundewarê Quneytîrayê dibin.

Hêzên Îsraîlê 2 carine di rojekê de derbasî Quneytîrayê dibin
3 mijdar, 2025   17:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Îsraîlê îro cara duyemîn e bi 6 wesayîtên leşkerî ji gundê Huriye dikevin gundê Ofaniya yê gundewarê Quneytîrayê.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ev derbasbûnên dubare li xaka Sûriyeyê ji hêla hêzên Îsraîlê ve bi armanca kontrola herêmên stratejîk e.

Berbanga îro jî, dîsa dewriyeke Îsraîlê ji 3 wesayîtên leşkerî pêk dihat, derbasî gundê Meirebe yê li herêma Hawiza Yermûkê bû.

(fr)