Wezareta Tenduristî ya Xezayê 45 cenaze wergirtin

Wezareat Tenduristî ya Xezayê ragihand ku wê bi rêya Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor cenazeyên 45 Filistîniyan ji Îsraîlê wergirtin.

Wezareta Tenduristî ya Xezayê 45 cenaze wergirtin
3 mijdar, 2025   18:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya Şerîda Xezayê ragihand ku wê bi rêya Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor cenazeyên 45 cenazeyên Filistînî wergirtin. Bi wê re hejmara giştî ya cenazeyên, li gorî peymana agirbestê, hatine wergirtin derket 270ˊan .

Li gorî peymana ku ji 10ˊê Cotmehê ve di miryetê de ye, Îsraîl li beramberî radestkirina 15 cenazeyên Filistînî cenazeyekî rehîneyekî xwe ku li Xezayê girtîbû, werdigire.

Îsraîlê aşkera kir ku hestiyên ku Hemasê duh (02 Mijdar 2025) radestî wê kiribû, yên 3 leşkerên wê ne ku di êrişa 7ˊê Cotmeha 2023ˊyan de hatine kuştin.

Hemasê jî gotibû wê hestiyên cenazeykî li toneleke li başûrê Şerîda Xezayê dîtiye.

(fr)