Hêzên Îranê nehişt cenazeyê Armîta li Kirmaşanê were defnkirin

Jina ciwan a bi navê Armîta Girawend ku ji ber lêxistina ‘Polîsên Exlaqê!’ yên Îranê ketibû komayê, duh jiyana xwe ji dest da. Malbatê xwest cenazeyê keça xwe li bajarê wê Kirmaşanê veşêre, lê hêzên Îranê destûr neda.

Hêzên Îranê nehişt cenazeyê Armîta li Kirmaşanê were defnkirin
29 cotmeh, 2023   11:42
NAVENDA NÛÇEYAN

1’ê Cotmehê jina ciwan a bi navê Armîta Girawend (16) a xelkê bajarê Kirmanşah ê Rojhilatê Kurdistanê li paytexta Îranê Tehranê qebûl nekir ku hîcabê bide serê xwe. Li ser vê yekê hêzên dewleta Îranê êrişî Armîta kir û di encamê de kete komayê.

Armîta duh (28`ê Cotmehê) piştî 28 rojan li Nexweşxaneya Fecir a li Tehranê jiyana xwe ji dest da.

Li gor medyaya Îranê, dema malbatê xwestiye cenazeyê keça xwe bigre û bibe li Kirmaşanê veşêre, hêzên dewletê rê nedane.

Her wiha hat gotin berpirsên Îtlaeta Îranê gef li malbatê xwarine ku nabe bi ti rengî li Kirmaşanê taziye û merasîm ji bo Armîta were danîn. Hêzên Îranê ji malbatê xwestine taziye li Tehranê bê danîn û cenaze li goristana Beheştî Zera were veşartin.

(c)