SOHR: Di 24 saetan de 10 kes hatin kuştin

Di nava 24 saetên dawîn de li gelek herêmên Sûriyeyê 10 kes hatin kuştin ku di nava wan de zarokek jî heye.

SOHR: Di 24 saetan de 10 kes hatin kuştin
1 adar, 2025   11:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Li herêmên cuda yên Sûriyeyê ji ber tevlihevî û bêaramiyê di nava 24 saetên dawîn de 10 kes hatin kuştin.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), li baregeha El Şeira ya li bajarê Tertûsê 2 cenaze hatine dîtin. Cenaze, yên 2 kesan bûn ku li guncê Kaf Cai winda bûbûn.

SOHR’ê diyar kir ku li kampa Kemûna ya li bakurê Idlibê jî cenazeyê jinekê û yê hevserê wê  hatin dîtin ku li ser wan şopên guleyan hebûn.

Li taxa Mercê ya Helebê jî ji ber pevçûna bi kêran zarokek hat kuştin. Li gundê Besorm ê Tertûsê ji ber nakokiyên li ser malekê, kesek hat kuştin.

Li Qoriyayê yê rojhilatê bajarê Dêrazorê jî kesek ji ber nakokiya berê ya bi xizmekî xwe re hat kuştin.

Li bajarê Misyafê çekdarên desthilata Şamê bi ser gundê Eyn Şems de girt û 2 kes qetil kirin. Komeke çekdaran êrişî qereqola bajarokê Safêta yê li gundewarên Tertûsê kir, di encamê de kesek hat kuştin.

(bb)