Li baregeha Qesrik a Koalîsyonê ya li Hesekê dronek hat xistin

Nûçegihanê me diyar kir ku drona ku hewl da li baregeha Qesrik a Koalîsyona Navneteweyî ya li Hesekê bide hat xistin.

Li baregeha Qesrik a Koalîsyonê ya li Hesekê dronek hat xistin
12 adar, 2026   20:38
HESEKÊ

Nûçegihanê me daxuyand ku di saetên vê êvarê de hêzên li baregeha Qesrik a nêzî bajarokê Til Beyder ê bakurê Hesekê bi cih bûne dronek xist.

Nûçegihan da zanîn ku ji destpêka êrişên îsraîlê û Amerîkayê li dijî Îranê ev cara duyemîn e ku baregeh bi dronan tê hedefgirtin.

Hat diyarkirin ku bi xistina dronê re tu zirar çênebûne.

(fr)