Hêzên hikumeta Şamê gundewarên Heleb, Laziqiye û Idlibê topbaran kirin

Hêzên hikumeta Şamê herêmên li bakurê Laziqiye, başûrê Idlibê û rojavayê Helebê topbaran kirin.

Hêzên hikumeta Şamê gundewarên Heleb, Laziqiye û Idlibê topbaran kirin
22 kanûn, 2023   11:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên hikumeta Şamê bi çekên giran eniyên Kebane yên çiyayê El Ekrad ê li bakurê Laziqiyê, gundên Fitîre û Sifohin ên li çiyayê Zawiye yê li başûrê Idlibê topbaran kirin. 

Her wiha gundên Kefer Eme û Kefer Tial ên li rojavayê Helebê hatin topbarankirin. Lê agahiyên der barê birîndar û kuştiyan de nehatin bidestxistin.

Li gor Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) beriya 2 rojan, 2 efserên hikumeta Şamê di topbarana çeteyên Tehrîr El Şam a li dijî noqteyên hikumeta Şamê ya li başûrê Idlibê de, hatine kuştin.

(şx)