Ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdanek nû

Ji bo hevditina bi Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên li cem wî dimînin Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş re serlêdan hat kirin.

Ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdanek nû
22 kanûn, 2023   12:11
NAVENDA NÛÇEYAN 

Birayê Rêber Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û vasiyê (wekîl) wî Mazlum Dînç ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. Birayê Omer Hayrî Konar, Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim, Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş, Melîhe Çetîn jî ji bo hevdîtinên serî li serdozgerî û midûriyeta girtîgehê dan. 

Ji parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê Rezan Sarica, Raziye Ozturk û Faîk Ozgur Erol jî ji bo hevdîtina bi miwekîlên xwe re serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. 

Mafê hevdîtinê yê Rêber Abdullah Ocalan ê bi malbat û parêzeran re bi hincetên “cezayên disiplînê” tê astengkirin. Di navbera salên 2021-2023’yan de her yek jê ji bo 3 mehan herî kêm 10 cezayên disiplînê li Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din hatin birîn û mafê wan ê hevdîtinê hate astengkirin. 

Di navbera salên 2016 û 2019’an de jî herî kêm 19 caran biryara qedexeya hevdîtina bi malbatê re hate dayîn. Tevî hemû serlêdan û îtîrazan jî hincetên van cezayên disiplînê û hejmara dosyayan bi parêzeran re nayên parvekirin.