Hêzên Ewlekariyê mayînek bê bandor kir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li bajarokî Ebrîha yê rojhilatê kantona Dêrazorê mayînek bê bandor kir.

Hêzên Ewlekariyê mayînek bê bandor kir
30 gulan, 2024   12:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê mijarê de daxuyaniyek li ser malpera xwe weşand.

Di daxuayniyê de ev agahî hatin parvekirin " Şêniyên gundê Ebrîha yê rojhilatê kantona Dêrazorê roja Sêşemê 28’ê Gulanê agahî dan hêzên me ku cismekî bi guman li ser rêya bajarokê Ebrîha yê rojhilatê bajar heye. Li ser vê yekê ekîpa Endazyariya Mayînan yekser  ketin tevgerê û ji bo parastina welatiyan rê girtin. Di encama lêkolînê de derket holê ku cisma  mayîneke ku ji dûr ve tê teqandin. Hêzên me mayîn bi serketî bê bandor kir bêyî ku zerar çêbibe. Piştre bire cihekî taybet da ku ji dûr ve wê telef bike."

Di daxuyaniyê de bang li welatiyan hat kirin ku eger tevgereke terorîst an jî cismekî bi guman bibînin hêzên ewlekariyê agahdar bikin.

(bb)