Hejmara kuştiyên êrişa Îsraîlê ya li Banyas û Humsê bû 7

Duh Îsraîlê gundewarên Hums û Banyasê bombebaran kirin, di encamê de zarokek hat kuştin û gelek birîndar çêbûn.  Li gorî bîlançoya îro hejmara kuştiyan bû 7 kes.

Hejmara kuştiyên êrişa Îsraîlê ya li Banyas û Humsê bû 7
30 gulan, 2024   12:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê şeva çarşemê li nêzî herêma Fireqlis ya li Himsê nuqteyeke leşkerî û li bajarê Banyasê yê ya Tertûsê avahiyek bi moşekan bombebaran kiribû. Hatibû ragihandin ku di encama bombebaranê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmeke kesên din birîndar bûn.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku hejmara  zarokeke dêrişê de birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da û bi vê yekê hejmara miriyan bû 7.

Li gorî SOHRˊê, Îsraîlê ji destpêka îsal ve 43 êriş (32 hewayî û 12 bejahî) li dijî Sûriyeyê pêk aniye. Di encama wan êrişan de depoyên çekan, navendên leşkerî û erebe jî di nav de 91 hedef hatine wêrankirin. Her wiha zarokek jî di nav de 13 sivîl û 148 keşker hatin kuştin, dîsa 32 sivîl û 69 leşker birîndar bûne.

(fr)