Komeleya Nivîskarên Îranê banga çalakvanên mafên mirovan kir

Komeleya Nivîskarên Îranê bang li azadîxwaz û çalakvanên mafên mirovan kir ku li dijî kiryarên rejîma Îranê helwest nîşandin.

 Komeleya Nivîskarên Îranê banga çalakvanên mafên mirovan kir
19 mijdar, 2024   15:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Komeleya Nivîskarên Îranê bi boneya pêncemîn salvegera serhildana Mijdara 2019’an daxuyaniyek parve kir.

Komeleyê di beşek ya daxuyaniya xwe de îşaret bi cezayê darvekirinê yê ku rejîma Îranê li girtiyên siyasî Werîşe Muradî û Pexşan Ezîzî biriye kir û got: “5 sal di ser xwepêşandanên Mijdara 2019’an re derbas dibin ku hemwextê dayîna cezayê darvekirinê ya li du girtiyên siyasî yên Kurd Werîşe Muradî, Pexşan Ezîzî û şeş çalakvanên din ên tevlî serhildana jin jiyan azadî bûne ye.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku desthilata îranê bi dayîna cezayên darvekirinê ya li Werîşe Muradî û Pexşan Ezîzî dixwaze wek amrazekê ji bo çewisandina jinan û azadîxwazan bikartîne.

Her wiha bang li azadîxwaz û çalakvanên mafên mirovan hat kirin ku li dijî kiryar û çewisandinên rejîma Îranê helwest nîşandin.