Rêwşa jinan Li Efganistan û Iraqê

Rêxistina Jin, Aştî û Ewlekariyê (WAPS), anketek navneteweyî der barê statûya jinan di nava civakê de çêkiriye, derketiye ku rewşa jinên Efganistanê û Iraqê rêzên herê dawî de ye.

Rêwşa jinan Li Efganistan û Iraqê
26 cotmeh, 2023   11:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Jin, Aştî û Ewlekariyê (WAPS), anketek navneteweyî der barê statûya jinan di nava civakê de di navbera 177 welatan de hatiye kirin.

WAPS’ê bi daxuyaniyek encamên anketê belav kir û ragihand ku jinên li Iraqê di nava 177 welatên cîhan de di rewşek xirab dene û Iraq di rêza 168’an de ye.

Her wiha hate ragihandin ku jinên Efganistanê di rewşa herî xirab dene ku Efganistan di rêza 177’an de ango di rêza herî dawî deye.

Bi desteserkirina desthilatê ji aliyê Talîbanê ve, azadiya jinên li Efganistanê her kû diçe kêmtir û tûne dibe. Di her qadên jiyanê de hebûna jinê hatiye qedexekirin, ji dibistanan, ji cihên kar heta parkan jî derketina jinan hatiye qedexekirin.