Hêzên Ewlekariya Hundirîn û koalîsyonê li dijî şaneyeke DAIŞ’ê operasyonek li dar xist

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn da zanîn ku li dijî 2 çeteyên DAIŞ’ê bi piştrgiriya Koalîsyona Navneteweyî operasyonek li dar xistiye.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn û koalîsyonê li dijî şaneyeke DAIŞ’ê operasyonek li dar xist
23 kanûn, 2025   15:04
REQA

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn daxuyand ku li hember şaneyeke DAIŞ’ê ku ji 2 çeteyan pêk tê, operasyonek li dar xistiye. Li gorî daxuyaniyê operasyon bi hevkariya Koalîsyona Navnetweyî pêk hatiye.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Hêzên me bi beşdarbûn û piştgiriya Koalîsyona Navneteweyî, operasyonek li devera Cedîde ya li rojhilatê Reqayê pêk anî û 2 endamên şaneyên DAIŞ’ê kirin armanc. Ev operasyon piştî vê yekê hat ku hêzên me agahiyên piştrast wergirtin ku nîşan didin ku ew plan dikin ku êrişên terorîstî pêk bînin.”

JINEK HATE KUŞTIN

Hate diyarkirin ku di dema serdegirtinê de, çeteyan gule berdane hêzên wan û li ser vê yekê pevçûn derketiye.

Fermandariyê da zanîn ku li devera pevçûnê jinek birîndar bûye û piştî demekê ji ber birînên xwe jiyana xwe ji dest daye.