Hêzên Ewlekariya Hundirin: Parastina ewlehiya şêniyan erka me ye

Hêzên Ewlekariya Hundirîn destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk dijminatiya wê li dijî gelên herêmê nîşan didin. Her wiha tekez kur ku ew pabendî erka xwe ye û dê ewlehiya herêmê biparêze.

Hêzên Ewlekariya Hundirin: Parastina ewlehiya şêniyan erka me ye
24 cotmeh, 2024   12:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek weşand. 

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker ji şeva çarşemê de êrişên li dijî herêmê zêde kirin, malên sivîlan li Til Rifetê bombebaran kirin ku di encamê de 2 sivîl biîrndar bûn û 3 kes jî şehîd bûn, ji wan 2 zarok in.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk bi balafirên bêmirov gelek navendên stratejîk, xizmetguzariyê, stasyonên petrolê, gazê, kehrebe û firinan ên bajarên kantona Cizîrê û Firatê bombebaran kirin û di encamê de 19 sivîl birîndar bûn û 8 kes jî şehîd bûn.

Her wiha di daxuyaniyê de îşaret pê hate kirin ku dewleta Tirk gelek bendên kontrolê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Qamişlo û Kobanê bombebaran kirine û di encamê de endamekî wan li Kobanê şehîd bûye û 2 jî birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku ev êrîş dijminahiya dewleta Tirk li dijî gelê herêmê diyar dibe û weke  "sûcên şer" binav kirin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Em pabendî erka xwe ne. Şert û merc çi bin, em ê ewlehiya gelê xwe biparêzin. Em bang li gelê xwe dikin ku bi nûçeyên nerast ên li ser malperên medya dijîtal belav dibin, neyên xapandin. Em ê agahî û daneyên rast ên êrişan bi raya giştî re parve bikin."

(şx)