Hêzên Ewlekariya Hundirîn komkujiya Um Hermelê şermezar kir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn komkujiya ku artêşa Tirk a dagirker li gundewarê bajarê Zirganê kiriye ku di encamê de 3 welatî ji heman malbatê şehîd bûn û gelek jî birîndar bûn şermezar kir.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn komkujiya Um Hermelê şermezar kir
28 ÇILE, 2025   17:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker berbanga îro gundê Um Hermelê yê gundewarê bajarê Zirganê yê kantona Cizîrê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef girtibû, di encamê de li dijî ferdên malbatekê komkujî pêk anîbû. Li gorî agahiyên hatine belgekirin di nav de zarok 3 kes şehîd bûn.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn der barê mijarê de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat gotin dewleta Tirk a dagirker berbanga îro (28ˋê Çile) bi 15 top û guleyên obîsan gundê Um Hermelê hedef girt, di encamê de di nav de zarokek 3 sivîl şehîd bûn û hin jî birîndar bûn.

Di daxuyaniyê de Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev komkujiya ku bi awayekî aşkera qanûnên mirovî yên navneteweyî bin pê dikin şermezar kir.

Di dawiyê de bang li civata navneteweyî û tevahî rêxistinên hiqûqî û mirovî hat kirin ku bi lez tev bigerin û van sûcên hovane şermezar bikin û dewleta Tirk a dagirker li ser sûcên wê yên bênavber ceza bikin.

(fr)