Gelê bajarên Cizîrê gihîşt Bendava Tişrînê

Karwana şêniyên bajarên Hesekê, Til Temir, Dirbêsiyê û Til Birakê yên kantona Cizîrê ya ku vê sibehê derketibû, gihîşt Bendava Tişrînê.

Gelê bajarên Cizîrê gihîşt Bendava Tişrînê
Gelê bajarên Cizîrê gihîşt Bendava Tişrînê
Gelê bajarên Cizîrê gihîşt Bendava Tişrînê
Gelê bajarên Cizîrê gihîşt Bendava Tişrînê
Gelê bajarên Cizîrê gihîşt Bendava Tişrînê
28 ÇILE, 2025   18:14
BENDAVA TIŞRÎNÊ

Vê sibehê karwana ji sedan xelkê bajarên Hesekê, Til Temir, Dirbêsiyê û Til Birakê berê xwe da Bendava Tişrînê ku tev li çalakiya parastina bendavê bibin û dijberiya xwe ji êrişên dewleta Tirk a dagirker re nîşan bidin, gihîşt Bendavê.

Nûçegihana me ji bendavê diyar kir ku karwan gihîşt bendavê û bi coşeke mezin ji hêla xelkê Kobanê ya ku berê li wir bûn ve hat pêşwazîkirin. Karwana şêniyan bi silavkirina berxwedanê û tilîliyên dayikan hat pêşwazîkirin.

Ji 8ˋê Çileyê ve, gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê, bi taybet li dijî Bendava Tişrînê û pira Qereqozaqê û piştgiriya hêzên QSDˋê û YPJˋê li dijî êrişan, çalakiyên xwe li ser bendavê didomînin.

(fr)