Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Heleb droneke din a xwekuj a çeteyên hikumetê xist xwarê

Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê diyar kir ku droneke din a xwekuj a komên çete yên hikumeta demkî yên bi piştgiriya dewleta Tirk xist xwarê.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Heleb droneke din a xwekuj a çeteyên hikumetê xist xwarê
8 ÇILE, 2026   16:17
HELEB

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê droneke din a xwekuj a çeteyan xist xwarê, bi wê heta niha 5 dron hatine xistin û tankek hat rûxandin.

Çeteyên hikumeta demkî yên bi piştgiriya dewleta Tirk a dagirker êrişên li dijî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêdî zêde kirin, lê Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê bersivên tund didin wan û zirarên mezin gihandine wan.

(fr)