Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Heleb bang kir: Guh nedin derewan

Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê der barê êrişên berdewam ên komên çete yên dewleta Tirk ên di nava hêzên hikumeta demkî de, bang li welatiyan kir ku guh nedin agahiyên derew û diyar kir ku dê heta dawiyê taxên xwe biparêzin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Heleb bang kir: Guh nedin derewan
7 ÇILE, 2026   15:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Heleb bi daxuyaniyekê êrişên li dijî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên bajarê Helebê şermezar kirin û bang li şêniyan kir ku nekevin xefika hewlên bi armanca valakirina taxan.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: "Em Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Heleb bi tundî êrişên komên girêdayî hikumeta Şamê yên li dijî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên bajarê Helebê ku di encamê de welatî bûne qurbanî û zirarên mezin gihandin mal û milkan, şermezar dikin.

Rageşiya heyî encama rasterast a siyasetên dijminane û tehrîdkirina dubare ya van koman in, ji ferzkirina dorpêça ewlehî û mirovî ya giran bigire heta bi hewlên ketina bi tank û panzeran û hedefgirtina taxan bi hawan, obîsan, mûşekên grad û dronan.

Em bang li gelê xwe yê li van taxan dikin ku li malên xwe bin, nekevin pey xefika agahiyên derew ên bi armanca koçberkirin û derxistina rewşa koçberiyê. Ji bo têkbirina hêzên me şerekî taybet ê sîstematîk dimeşînin. Em bang li gelê xwe dikin ku bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn re hevkar bin.

Em hikumeta Şamê berpirsa tevahî û rasterast a van êriş û rageşiya xeternak ên ku gefan li jiyana bi hezaran welatiyan dixwin û aramiyê qels dikin, dibînin. Em bang li rêxistinên navneteweyî, desteyên hiqûqî û mirovî dikin ku demildest bi erkên xwe rabin, ji bo rawestandina êrişan zextê bikin.

Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Heleb ji gelê xwe re diyar dikin ku em ê bi xurtî bersiva hewlên têkbirina ewlehî û selamatiya we bidin."

(fr)