‘Armanca çeteyan tirsandin û koçberkirina gelê me ye’

Şêniyên taxên Helebê gotin kesên ku êrişan li dijî sivîlan dikin ne hêzên fermî ne, lê çeteyên dewleta Tirk in.

‘Armanca çeteyan tirsandin û koçberkirina gelê me ye’
7 ÇILE, 2026   14:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî êrişên komên girêdayî hikumeta demkî ya Sûriyeyê ku ji duh ve (6 Çile 2026) careke din bi çek û dronan êrişî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê dikin û di encamê 52 birîndar 7 kes şehîd bûne.

Bêrîvan Efrîn a ku li taxa şêxmeqsûd dijî der barê kesên ku êrişî taxên wan dikin de wiha got: “Kesên ku êrişên taxên me dikin çete ne, dixwazin gelê me bitirsînin."

Bêrîvan da zanîn ku "bi van êrişan dixwazin me koçber bikin. Gelo çima gel bê deng e. Ma xwîna Kurdan ewqas erzan e. Ev çete çi ji Kurdan dixwazin. Vê zivistanê zarok, kal û pîr dê berê xwe bidin ku. Kesek nizane berê xwe bidin ku. Ma dikarin bikevin nava van çeteyan, ma ev çete cihê ewlehiyê ne?

Bêrîvan diyar kir ku di nava salekî de çi bi serê Elewî û Durziyan kirin. Niha dixwazin bi serê vî gelê de jî biken. Bêrîvan destnîşan kir ku “em mafê gelan diparêzin û Sûriyeyiyan diparêzin. Em bi hev re li ser maseyekî rûnin. Bi gelan re Sûriyeyekî nû ava bikin. Ne ku ez te qetil bikim, ne ku te bikim kole. Ji bo çi dibêjin em îslam in. Îslam qebûl nake tu di zivistanê de mirovan, zarokan koçber bikî. Ka mirovahî, ka dengê cîhanê. Vî gelî tevahî cîhan ji DAIŞ’ê parast, ka dengê we. Divê gelê me li ber xwe bide, heta em bizanin ev çete çi ji gel dixwazin."