QSD: Komên çete êrişî Dêr Hafirê kir, kesek birîndar bû

QSDˊê diyar kir ku komên çete yên dewleta Tirk ên di nava hêzên hikumeta demkî de, danê nîvro bi droneke xwekuj, çekên giran û hewanan êrişî Dêr Hafirê kir û di encamê de kesek birîndar bû.

QSD: Komên çete êrişî Dêr Hafirê kir, kesek birîndar bû
7 ÇILE, 2026   15:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê diyar kir ku komên çete yên Emşat û Hemzat ên dewleta Tirk ên di nava hêzên hikumeta demkî ya Sûriyeyê de, êrişî bajarê Dêr Hafirê kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Komên Emşat û Hemzat ên girêdayî hikumeta Şamê danê nîvro (roja çarşemê) bi droneke xwekuj, çekên giran û guleyên hewanan êrişî navenda Dêr Hafirê kir. Di encamê de kesek birîndar bû û rakirin navenda tenduristiyê."

(fr)