Hêzên Ewlekariya Hundirîn bîlançoya êrişên li herêmê bi giştî aşkera kir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ra gihand ku bi giştî dewleta   Tirk 685 caran êriş herêmê kiriye û di encamê de 17 şênî şehîd bûye û 48 jî birîndar bûye.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bîlançoya êrişên li herêmê bi giştî aşkera kir
25 cotmeh, 2024   21:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bîlançoya êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê aşkera kir.

Li gorî daxuyaniyê, bîlanço wiha ye: "

Êrişên balafirên keşfê: 99

Êrişên balafirên şer: 13

Topbaran: 573

Bi giştî dewleta Tirk 685 caran êriş herêmê kiriye.

Di encama wan êrişan de,

 14 sivîl şehîd bûne

3 endamên hêzên leşkerî

Bi giştî 17 kes di bombebaran û topbarana dewleta Tirk de şehîd bûne.

Her wiha:

39 sivîl birîndar bûne

9 endamên hêzên leşkerî bûne

Bi giştî 48 kes birîndar bûye.

Hêzên me li ser erka xwe ya xizmetkirina gel, xebatên ji bo avakirin û belavkirina îstiqrarê û parastina pêwîst û gengaz ji welatiyan re dixebitin."

(şx)