Dewleta Tirk careke din Qamişlo bombebaran kir

Balafirên bêmirov ên biçek ên dewleta Tirk a dagirker şîrketa avahiyan a li kembera bajarê Qamişloyê bombebaran kir.

Dewleta Tirk careke din Qamişlo bombebaran kir
25 cotmeh, 2024   22:17
QAMIŞLO

Balafirên bêmirov ên biçek ên dewleta Tirk a dagirker careke din bajarê Qamişlo bombebaran kir. 

Nûçegihanên me ragihandin ku dengê teqînên hatine bihîstin, di encama hedefgirtina şîrketa avahiya a li kembera bajêr de ji aliyê balafirên dewleta Tirk ve ye.

Lê heta niha agahiyên dîtir der barê encamên bombebaranê de nehatin bidestxistin.

(şx)

ANHA