Hêzên Ewlekariya Hundir êrişa li ser benda Şîhanê şermezar kir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Helebê êrişa çekdarên hikumeta veguhêz ya li dijî benda kontrolê ya Çerxerêya Şîhan a Helebê, şermezar kir.

Hêzên Ewlekariya Hundir êrişa li ser benda Şîhanê şermezar kir
16 cotmeh, 2025   15:16
NAVENDA NÛÇEYAN 

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Helebê têkildarî êrişa çekdarên hikumeta veguhêz a li dijî benda kontrolê ya hevbeş a Hêzên Ewlekariya Hundirîn û hêzên hikumeta veguhêz a li Çerxerêya Şîhanê ya Helebê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Helebê êrişa çekdarî ya îro bi destê çekdarên hikumeta veguhêz li dijî noqteya kontrolê ya li Çerxerêya Şîxan a taxa Eşrefiyê pêk hatiye, şermezar dike û ev agahî da: “Di encama êrişî de 2 endamên me bi giranî birîndar bûn. Niha li nexweşxaneyê têne dermankirin. Di heman demê de têdbîrên pêwîst hatin girtin da ku şer berfireh nebe.”

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Helebê di berdewama daxuyaniyê de diyar kir ku ev êriş di çarçoveya binpêkirinên berdewam ên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê pêk hatiye û wiha dom kir: “Ev li dijî hewldanên mayîndekirina aramî û ewlekariya herêmê ye.”

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: “Aliyên êriş pêk anî, hemû berpirsyariyên qanûnî û exlaqî Ii ser wan in.”

(dc)