Ciwanekî di îşkencexaneyên hikumetê de jiyana xwe ji dest da

Li Tertûsê ciwanekî di girtîgeha hêzên hikumeta veguhêz de jiyana xwe ji dest da.

Ciwanekî di îşkencexaneyên hikumetê de jiyana xwe ji dest da
16 cotmeh, 2025   15:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyan, ciwanê bi navê Saîr Şedûd di girtîgehên hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de ji ber îşkenceyê jiyana xwe ji dest daye.

Saîr Şedûd (30) ji navçeya Sefsafa ya Tertûsê ye û karê belavkirina nan dikir.

Çavkaniyan diyar kir ku çend roj berê dema ku Saîr Şedûd li nuqteyeke belavkirina nan bû, kesek li motorsîklêtekê siwarbûyî bi ser nuqteyê de girt û nîqaşeke tund di navbera wan de çêbû. Hate diyarkirin ku li ser vê bûyerê hêzên hikumeta veguhêz Saîr Şedûd destgîr kir.

Hate zanîn ku tevî ku şahidan û rapora pêşîn a navenda Sefsafayê piştrast kir ku Saîr bê sûc e, lê êrişkar hat berdan û Şedûd sewqî Girtîgeha Navendî ya Tertûsê hat kirin.

Çavkaniyan da zanîn nexweşiya dil bi Saîr re hebûye û destnîşan kir ku di girtîgehê de bi rojan îşkenceyên derûnî û fîzîkî lê hatine kirin, di encamê de rewşa wî ya tenduristiyê xirab bû û destwerdana bijîşkî yan çavdêriya qanûnî nehat kirin, di encamê de jiyana xwe ji dest da.

(bb)