Kyivê li balafirgeheke Rûsyayê li 2 balefiran xist

Artêşa Ukraynayê ragihand ku hêzên wan şeva borî li balafirgeheke Rûsyayê li 2 balafiran xistine. Rûsyayê êrişeke bi balefirên bêmrov pêk anî.

Kyivê li balafirgeheke Rûsyayê li 2 balefiran xist
9 hezîran, 2025   14:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Ukraynayê roja Duşemê ragihand ku hêzên wan bi şevê li balafirgeha Savaslika ya Rûsyayê li 2 balafiran xistine.  Rûsyayê êrişeke bi hijmareke mezin ya balefirên bêmrov pêk anî.

Li gorî nûçeya Reutersê, artêşê di daxuyaniya xwe ya li ser Telegramê de got: "Li gorî agahiyên destpêkê, li du balafirên dijmin (MiG-31 û Su-30/34) hate xistin.

Her aiha Hêza Hewayî ya Ukraynayê ragihand ku Rûsiyayê şeva Yekşemê-Duşemê  479 belefirên bêmirov ên teqîner avêtine ser Ukraynayê.

Hêza hewayî ya Ukraynayê bi daxuyaniyekê ragihand ku wan di şevê de bersiva 460 dronan û 19 mûşekên ku ji aliyê Rûsyayê ve hatine avêtin da.

Îro serê sibê Serfermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Ukraynayê di daxuyaniyekê de ragihand ku ji destpêka şer ve nêzîkî 997 hezar û 120 leşkerên Rûsyayê hatine kuştin, ji wan 970 leşker di nava 24 demjimêrên dawî de hatine kuştin.

(k)