Hêzek Îsraîlê piştî çend saetan ji ketina gundekî Quneytirayê vekişiya

Hêzek Îsraîlê ku ji 3 wesayîtên leşkerî pêk dihat, piştî ku derbasî devera nêzî têketina bajarokê El Refîd li gundewarê başûrê Quneytirayê bû, vekişiyan.

Hêzek Îsraîlê piştî çend saetan ji ketina gundekî Quneytirayê vekişiya
10 hezîran, 2025   17:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzek Îsraîlê ku ji 3 wesayîtên leşkerî pêk dihat, piştî ku derbasî nêzî têketina bajarokê El Refîd li gundewarê başûrê Quneytirayê bû û rêbendeke pişkinînê ji bo kontrolkirina welatiyan ava kir, vekişiya.

Hemwextî seferberiya hêzên (UN) li derdora bajarok û qutbûna tora internetê bê sedemên aşkera, heman hêza Îsraîlê derbasî bajarok bû û xwest ku civînek girtî bi rûspiyan re li dar bixe.

Beriya niha Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kiribû ku hêzeke Îsraîlê şeva duşem-sêşemê bi ser gundên Um El Îzam, Mişêrfe, Semdaniya Şerqî yên gundewarê Quneytirayê de girtibû.

Li gorî SOHR’ê, du tankên Îsraîlê ji baregeha Ednaniyeyê ya li naverasta gundewarê Quneytirayê derketin û ber bi gundên Um El Îzam û derdora El Mişêrfe ve çûn, bêyî ku bi sivîlan re tu dan û standin çêbibe. Lê vê yekê tirs û xofek di nava şêniyan de çêkir.

(ac/fr)

ANHA