Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê xebatên paqijiyê

Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê li herêma Benî Zêd dest bi xebatên paqijiyê kir.

Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê xebatên paqijiyê
Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê xebatên paqijiyê
Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê xebatên paqijiyê
Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê xebatên paqijiyê
10 hezîran, 2025   17:42
HELEB

Vê sibehê xebatkarên Şaredariya Gel a Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, berê xwe da herêma Benî Zêd, ji bo ku tevahî kolanên şaxî û sereke paqij bikin.

Li gorî rayedarên Şaredariya Gel a her du taxan, ev xebat di çarçoveya parastina ji nexweşxaneyan de pêk tê, bi taybet bi hatina havînê û bilindbûna pileyên germahiyê re.

Nêzî 15 karkeran tev li xebata paqijiyê bûne. Bi wan re alavên şaredariyê wekî (treks, bokêt û 3 kamyonên mezin) hene, her wiha tankerek avê jî heye, ji bo ku piştî bermahî hatin rakirin kolanan bişon.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev xebata paqijiyê, temamkirina hemleya paqijiyê ya ku Şaredariya Gel di 13’ê Nîsanê de bi dirûşmeya “Em bi hev re bajarê xwe xweştir bikin” pêk tê. Her wiha wê xebatên wiha ji bo afirandina çandeke civakî ya parastina paqijiya giştî, bidomin.

(ac/fr)

ANHA