Li Hesekê komîteyên hevbeş ên Desteya Perwerdê û Wezareta Perwerdeyê civiyan

Di van kêliyan de, komîteyên hevbeş ên Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser û Wezareta Perwerdeyê ya desthilata Şamê civînekê li dar dixin.

Li Hesekê komîteyên hevbeş ên Desteya Perwerdê û Wezareta Perwerdeyê civiyan
10 hezîran, 2025   17:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Di van kêliyan de, li bajarê Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, civînek di navbera komîteyên hevbeş ên Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Wezareta Perwerdeyê ya dethilata Şamê de tê lidarxistin.

Li gorî agahiyan, piştî civînê wê daxuyaniyek bê dayîn.

Di 8’ê Hezîranê de, Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ragihandibû ku der barê proseya ezmûnan a rejîma berê ya Sûriyeyê de li hev kiriye, ezmûnên navîn ji 14’ê Hezîrana 2025’an heta 21’ê Hezîrana 2025’an paş xistiye û gelek navendên tomrakirinê ji bo pêşkêşkirina ezmûnên navîn û amadehî li kantonên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine diyarkirin.

(fr)