Hezar û 476 malbat ji perava Sûriyeyê gihîştin Lubnanê

Berpirsekî Lubnanî daxuyand ku ji ber bûyerên dawîn ên li perava Sûriyeyê hezar û 476 malbat gihîştin bajarokên Ekar ên li bakurê Lubnanê.

Hezar û 476 malbat ji perava Sûriyeyê gihîştin Lubnanê
10 adar, 2025   17:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Berpirsekî Lubnanî diyar kir ku di encama bûyerên dawîn ên li Sûriyeyê hezar û 476 malbat gihîştin bajarokên Ekar ên bakurê Lubnanê.

Parêzgarê Ekar, Îmad El Lebekî di daxuyaniya xwe ya îro de ya ji Ajansa Wetenî ya Ragihandinê ya Lubnanê ya fermî re got: "Aloziya dawîn a li Sûriyeyê hişt ku hejmareke zêde ya malbatan berê xwe bidin deşta Ekar û beşek din jî berê xwe da herêma Dirêb. Ew welatî piranî Elewî ne û beşek ji wan jî Lubnanî ne. Malbat bi rêya deriyên nerewa re derbasî Lubnanê bûn û li gundên elewî li mizgeft û malan bi cih bûn."

El Lebekî diyar kir ku hejmara malbatên heya duh gihîştine Lubnanê hezar û 476 e; ji wan 40 malbat lubnanî ne û yên din Sûriyeyî ne.

Roja pêncşema borî (6’ê Adarê) di navbera hêzên desthilata Şamê û çekdarên ji rejîma berê de li bajar û gundewarê perava Sûriyeyê pevçûn rû da, di encamê de bi hezaran kes ku piranî sivîl in, hatin kuştin.

(fr)