Hêz û partiyên herêmê fermandar û pêşeng şehîd Nûredîn Sofî bi bîr anî

Hêz û partîyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê fermandar û têkoşerê navdar Nûredîn Sofî bi bîr anî û teqez kir ku ew ê heta ku armancên azadî û demokrasiyê pêk werin, sembola berxwedan û fedakariyê bimîne.

Hêz û partiyên herêmê fermandar û pêşeng şehîd Nûredîn Sofî bi bîr anî
11 tebax, 2025   23:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêz û partiyên Kurd fermandarê navdar Nûredîn Sofî bi bîr anîn, ku di 6’ê Nîsana 2021’an de di êrişeke hewayî de li herêma Garê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû. Her wiha piştrast kirin ku ew ê heta armancên azadî û demokrasiyê pêk werin, sembola berxwedan û fedakariyê bimîne.

Di peyama sersaxiyê de, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) sersaxiya xwe ji bo Tevgera Rizgariya Kurdistanê, Hêzên Parastina Gel, gelên Kurdistanê û gelên azad ên cîhanê nîşan da û şehîd Sorî wekî "sembola aştî û civaka demokratîk" û ronahiyek ji bo nifşên pêşerojê bi nav kir.

PYD’ê teqez kir ku Nûredîn Sofî ji destpêka projeya Rêveberiya Xweseriya demokratîk li bakur-rojhilatê Sûriyeyê ve roleke girîng lîstiye û ew modelek exlaqê şoreşgerî û wêrekiya siyasî bû. Lewma PYD’ê soz da ku rêya wî berdewam bike heta ku Sûriyeyeke piralî û demokratîk were avakirin ku rûmeta hemû gelê xwe biparêze.

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) jî mîrateya têkoşîna şehîd pîroz kir, beşdarbûna wî di damezrandina tevgerê de, pêşengiya wî di şerên li dijî çeteyên DAIŞ û Cebhet El Nusra û rola wî di damezrandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD’ê û xurtkirina biratiya gelan de bi bîr xist.

TEV-DEM’ê destnîşan kir ku şehadeta Nûredîn Sofî teşwîqek e ji bo bilindkirina asta têkoşîn û berxwedanê û israrkirina li ser çareseriyeke siyasî ji bo pirsgirêka Kurd û azadiya fizîkî ya rêber Abdullah Ocalan.

Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê - Sûriye (PDK-S) jî şehîd Nûredîn Sofî wekî kesayetiyek neteweyî û rewşenbîrî bi nav kir ku di hemû qonaxên têkoşînê de şopek ji bîrnekirî hiştiye û soz da ku wê di rêya azadiyê ya ku ew şopand de dilsoz bimîne.

Di daxuyaniyên ku ji aliyê her sê partiyan ve hatin dayîn de hat destnîşankirin ku bîranîna şehîd Nûredîn Sofî wê di bîra gel de bimîne û xwîna wî û xwîna hemû şehîdan wê bibe çavkaniya hêz û yekitiyê heta ku daxwazên gelê Kurd ji bo azadî, edalet û demokrasiyê pêk werin.

(ac)

ANHA