Ji Lubnanê 11 hezar kes derbasî Sûriyeyê bûn

Ji Lubnanê 11 hezar kes ku zêdetirî xwe Sûriyeyî ne derbasî xaka Sûriyeyê bûn.

Ji Lubnanê 11 hezar kes derbasî Sûriyeyê bûn
3 adar, 2026   13:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî li Lubnanê şer di navbera Hizbullah û artêşa Îsraîl de zêde bû û hinek herêmên Lubnanê li ser hevdû hatin bombebaran kirin derdora 11 hezar kes ku zêdetirî xwe Suriyeyî ne ji Cedîda Yabûs a dikeve gundewarên Şamê û Cosiya ya girêdayî Himsê ketin Sûriyeyê. 

Li gorî çavkaniyên herêmî li deriyê El Mesnei ya li ser sînorê Buqai ya Lubnanê bi sedan erebe ketine pey hevdû û dixwazin derbasî Sûriyeyê bibin.