Heyeta Îmraliyê bi AKP'ê re hevdîtinê dike

Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê bi Koma Meclisê ya partiya desthilatdar a Tirkiyeyê AKP'ê re hevdîtinê dike.

Heyeta Îmraliyê bi AKP'ê re hevdîtinê dike
6 ÇILE, 2025   13:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê ku ji serokwekîlê meclisê Sirri Sureyya Onder û parlamenter Pervîn Bûldan û hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk pêk tê, bi Koma Meclisê ya AKP'ê re dest bi hevdîtinê kir.

Heyeta Îmraliyê ji aliyê serokwekîlê giştî yê AKP'ê Efkan Ala, serokwekîlê Koma Meclisê Abdullah Guler, serokwekîla Koma AKP'ê Ozlem Zengîn û Omer Çelîk ve hate pêşwazîkirin.

Heyetê beriya vê hevdîtinê bi serokê giştî yê Partiya Gelecekê Ahmet Davutoglu re hevdîtin kiribû.