Hewldanên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li rojhilatê Dêrazorê berdewam in

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a kantona Dêrazorê ji bo parastina ewlehiya herêmê ji gefên domdar xebat û hewldanên xwe didomînin, dewriyeyan li dar dixin, bersiva giliyên şêniyan didin û bi şev û roj cihê xwe li bendên kontrolê digirin.

Hewldanên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li rojhilatê Dêrazorê berdewam in
Hewldanên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li rojhilatê Dêrazorê berdewam in
Hewldanên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li rojhilatê Dêrazorê berdewam in
Hewldanên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li rojhilatê Dêrazorê berdewam in
Hewldanên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li rojhilatê Dêrazorê berdewam in
Hewldanên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li rojhilatê Dêrazorê berdewam in
22 kanûn, 2024   05:10
DÊRAZOR

Li qada Sûriyeyê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevgera şaneyên DAIŞ`ê û şaneyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker, zêde bûye. Bi armanca têkbirina ewlehiya herêmê li ser malperên medyaya dijîtal û bi rêya hin kesan tevliheviyê belav dikin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên kantona Dêrazorê li gel gefên derve û hundir hewl didin ewlehiya herêmê biparêzin û rê li pêşiya talankirina mal û milkên giştî û taybet ji aliyê şaneyan ve, bigire.

Endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê li rojhilatê kantona Dêrazorê Yunis El Selîm ji ajansa me re axivî û got: “Hêzên ewlekariyê kar û xebatên xwe bi rêk û pêk bi cih tînin. Ji bo parastina ewlehiya herêmê û meşandina kar û barên şêniyan, bi şev û roj dixebitin. Armanca me ya sereke parastina mal û milkên giştî û taybet e. Em di hemû şert û mercan de amade ne.”

Endamê Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarê Hecînê Ezam El Mihemed jî got: “Hewldanên me yên ji bo parastina ewlehiyê temam in. Em li herêma rojhilat, dewriyeyan li dar dixin. Ewlehiya şêniyan xebata me ya herî pêşîn e. Em amade ne giliyên şêniyan guhdar bikin. Nivîsgehên me hewl didin li ser wan giliyan bisekinin û li gorî pêwîstiyê tedbîran bigirin.”

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ehmed El Efaş jî got: “Em ê piştgiriya gelê xwe bidomînin û ji xetereyan û gefan biparêzin.”

(şx/bb)

ANHA