‘Ji bo yekitiyê dem hatiye’

Şêniyên Amûde û Qamişloyê diyar kir ku herêm di pêvajoyeke hestiyar re derbas dibe û banga hevgirtinê û yekitiyê li Kurdan kir. Şêniyan got “Ji bo yekitiyê, niha dem hatiye.”

‘Ji bo yekitiyê dem hatiye’
22 kanûn, 2024   07:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Sûriye û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di pêvajoyeke hestiyar re derbas dibin. Şêniyên bajarên Amûdê û Qamişloyê yên kantona Cizîrê bang li aliyên siyasî kir ku bibin yek û dev ji berjewendiyên hizbî berdin, destkeftiyên şehîdan biparêzin.

Meryem Mihemed El Omer ku meta 3 şehîdan e û xwişka gaziyekî ye, got: “Ji bo ku em mafên xwe bidest bixin û yekitiya kurdî pêk were, me fedakariyên mezin kirin. Daxwaze me ya yekane yekitî ye. Divê pêvajoya hestyar de divê aliyên siyasî nakokiyên xwe bidin alî. Ji ber ku dagirkerî her kesî dike hedef. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin.”

Îsa Qertimînî jî got: “Em ji bo piştgiriya şervanên xwe yên li eniyên şer û ji bo gelê Kobanê daketin qadan. Em ji wan re dibêjin li ber xwe bidin. Em xwediyên vê axê ne û em dev jê bernadin. Ev axa kal û bavên me ye. Em qabûl nakin dagirkerî wê binpê bike. Em ê heta dawiyê piştgiriya şervanên xwe bikin.”

Qertimînî bang li partiyan, hêzên siyasî, rewşenbîran û nivîskaran kir ku bibin yek ji ber ku erka wan xizmetkirina gel e ne ku ji ajandeyên xwe yên teng re xizmetê bikin.

Şêniya bi navê Zozan a ji Efrînê jî got: “Divê cîhan fêm bike ku em xwedî doz in. Ji mafê me ye em çarenûsa xwe bi xwe diyar bikin û li gorî çand, ziman û nasnameya xwe bijîn. Em mafên xwe dixwazin. Teqez em ê wan bi dest bixin. Lê dive em bibin yek.”

Leyla Hesarî ku dayika 2 şervanan e, got: “Heke em yek bin û ji bo armancekê kar bikin, em ê mafên xwe bi dest bixin û tevahî komployên li dijî herêmê têk bibin. Sûriyeya siberojê ku mafên tevahî pêkhateyan dabîn dike, ava bikin.”

Ebdulselam Qafûr got: “Herêm di pêvajoyeke hestyar re derbas dibe. Divê em bibin yek. Divê partiyên siyasî bibin yek. Lewma divê ev partî, nakokiyên xwe derbas bikin, yekitiya kurdî xurt bikin û bibin yek.”

Raniya Yunis jî got: “Divê em di vê pêvajoyê de roleke mezin bilîzin. Ji bo yekitiyê divê partî li hev bikin.”

Her wiha Neda Dawûd bang li partiyan kir ku bibin yek û got: “Divê em nakokiyên xwe çareser bikin û destkeftiyên şehîdan biparêzin. Ji bo yekitiyê niha dem hatiye.”

(şx/k)

ANHA

qamişlo

amudê