‘Çawa me DAIŞ li Kobanê şikand, em ê dewleta Tirk û çeteyên wê jî bişikînin’

Şahidên berxwedana Kobanê ya 2014ˈan diyar kir ku çawa çeteyên DAIŞ`ê li Kobanê têk birin, dê dewleta Tirk û çeteyên wê jî li Kobanê têk bibin.

‘Çawa me DAIŞ li Kobanê şikand, em ê dewleta Tirk û çeteyên wê jî bişikînin’
22 kanûn, 2024   04:10
KOBANÊ
SARIYA ŞÊXO

Şahidên berxwedana Kobanê ya 2014`an a li djiî çeteyên DAIŞˈê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji ANHA’yê re axivîn.

Endamê Meclisa Leşkerî ya Kantona Firatê Îsmaîl Elî êrişên li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û got: “Di 2014`an de li Kobanê berxwedaneke herî mezin ji aliyê şervanên YPG û YPJˈê ve hat meşandin. Dîrok û destana berxwedanê hatin nivîsandin. Berxwedana Kobanê 134 rojan dewam kir, bi saya berxwedana keç û xortên me çeteyên DAIŞ`ê têk çûn û şervanên me yên YPG û YPJˈê Kobanê ji çeteyan re kir goristan.”

`KOBANÊ SEMBOLA CÎHANÊ YE`

Îsmaîl Elî diyar kir ku wan li hember çeteyan berxwedaneke bêhempa kir û dê li hember dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê jî li ber xwe bidin û wiha dom kir: “Di şerê li Kobanê de, şervanên YPG, YPJ û gelê Kobanê li hember çeteyên DAIŞˈê  li ber xwe da. Em ê jî bi wî rihî li hember dewleta Tirk û çeteyên wê li ber xwe bidin. Em ê bi wê hêz û vîna xwe dewleta Tirk û çeteyên wan di Kobanê de bişikînin û Kobanê ji wan re bikin goristan, ji ber ku Kobanê sembola cîhanê ye.”

`EM HER TIM AMADE NE KELEHA BERXWEDANÊ BIPARÊZIN`

Elî diyar kir ku ew ê bi hêza xwe têkoşîna xwe berdewam bikin û nehêlin xeyalên dijminan pêk werin û got: “Em ê destkeftiyên şehîdên xwe biparêzin û em her tim amade ne ku keleha berxwedanê biparêzin, ger dewleta Tirk êriş bike dê rastî şerê gelê şoreşgerî bê.”

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Sara Xelîl da zanîn ku Kobanê bi têkoşîn û berxwedana şervanên YPG û YPJ`ê bû keleha berxwedanê û got: “Em her tim amade ne ku tiliyên xwe di çavên dijmin rakin. Çawa di berxwedana Kobanê deng veda, em ê careke din di Kobanê de li ber xwe bidin û têkoşînê bikin.”

`DEWLETA FAŞÎST TU CARÎ BI HÊZ Û VÎNA ME NIKARE`

Sara Xelîl destnîşan kir ku dewleta Tirk û çeteyên wê dê tu carî li hemberî berxwedana gel bi ser nekevin û got: “Dewleta Tirk a faşîst dixwaze bi hemû plan û êrişên xwe yên hovane derbasî axa Kobanê bibe. Lê tu carî lawaz nabin, berovajî vê yekê hîna hêza me xurttir dibe.”

`EM Ê BI RIHÊ ŞERVANÊN XWE ERŞA DESTHILATDARIYÊ HILWEŞÎNIN`

Sara Xelîl da zanîn ku bi saya şervanên xwe wê erşa dagirkeriyê hilweşînin û got: “Çawa ku em çeteyên DAIŞ`ê di Kobanê de şikandin, em ê dewleta Tirk bi hemû hêza xwe wan di Kobanê de bişikînin. Em ê bi ruhê têkoşîn û berxwedana şervanên xwe erşa desthilatdariyê hilweşînin.”

`ÇAWA ME DAIŞ LI KOBANÊ ŞIKAND, EM Ê DEWLETA TIRK JÎ BIŞIKÎNIN’

Endamê Saziya Gaziyên Şer Nûh Xelîl diyar kir ku ew ê bi hemû hêza xwe têkoşîn û berxwedana xwe li hember dijminê hovane xurttir bikin û got: “Di berxwedana Kobanê de me bi hemû hêza xwe li hember dijminê hovane têkoşîn kir, heta ku em amade bûn ku em xwe di dijmin de biteqînin, lê me bi hemû hêza xwe çeteyên DAIŞ`ê di Kobanê de têk bikin, em careke din dikarin dewleta Tirk a faşîst û çeteyên girêdayî têk bibin. Ji bo keleha berwedanê Kobanê em her tim amade ne ku ji bo welatê xwe ji dewleta Tirk û çeteyên wê biparêzin. Çawa ku me çeteyên DAIŞ`ê di Kobanê de 2014`an şikand, em ê bi hemû hêza xwe dewleta Tirk a dagirker jî di Kobanê de bişikînin.”

(bb)

ANHA