Hewldaneke din a dagirkirina gundên Minbicê hat şikandin

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê hewldana çeteyan a dagirkirina 2 gundan têk bir.

Hewldaneke din a dagirkirina gundên Minbicê hat şikandin
3 kanûn, 2024   23:20
MINBIC

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê der barê hewldana çeteyên dewleta Tirk a dagirkirina 2 gundên Minbicê daxuyaniyak weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: "Çeteyên dewleta Tirk a dagirker êvara sêşemê saet di 22.00ˈan de ku hewl dan bikevin gundên Seyada û Dendeniyê yên bakurê rojavayê kantona Minbicê.

Ji ber hişyariya şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê hewldana çeteyan hat şikandin û çete reviyan."

Meclisa Leşkerê ya Minbicê vê sibehê jî êrişeke çeteyan a li ser gundên rojavayê kantonê şikand û 10 çete ceza kirin.

 (bb)

ANHA