Ji Şehbayê dîmenekî terora çeteyên dewleta Tirk

Li gorî dîmenekî, çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Şehbayê êrişî malbatek Kurd dikin û hewl didin malbatê bi darêr zorê ji malê derbixin.

Ji Şehbayê dîmenekî terora çeteyên dewleta Tirk
3 kanûn, 2024   22:46
NAVNDA NÛÇEYAN

Li gorî dîmenekî hatiye parvekirin, çeteyekî koma 50ˈan a bi serkêşiya çeteyê bi navê Îzo Mîsbah li Şehbayê êrişî malbateke Kurd dike.

Çeteyên êrişî malbatê dikin hewl didin malbatên bi zorê ji mala wê derbixin. Heya niha aqûbeta malbatê nayê zanîn.

Çeteyên Koma 50ˈan a girêdayî dewleta Tirk a dagirker li gundên bajarê Ezazê dagir kirine. Serçeteyê komê jî di tevahî êrişên li ser bajarê Til Rifetê û Şehbayê cih girt.

(bb)

ANHA