Li Idlibê serçeteyekî DAIŞˊî hat kuştin

CENTCOMˊê ragihand ku "Di operasyoneke ewlehiyê li gundewarê Idlibê yê Sûriyeyê de endamekî payebilind ê DAIŞˊî hat kuştin."

Li Idlibê serçeteyekî DAIŞˊî hat kuştin
22 tebax, 2025   08:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) bi daxuyaniyekê aşkera kir ku di 19ˊê Tebaxê de li gundewarê Idlibê yê Sûriyeyê operasyoneke ewlehiyê pêk aniye û ev tişt hat gotin: "Hêzên CENTCOMˊê di 19ˊê Tebaxê de li bakurê Sûriyeyê êrişek asîmanî pêk anî. Di encamê de endamekî payebilind ê DAIŞˊê ku veberhênerê sereke ya plankirina êrişên dijî Sûriye û Iraqê ye hat kuştin. Peywendiya wî bi tevahî endamên tora DAIŞˊê li herêmê re hebû û wê jî gefên yekser dijî hêzên Amerîkayê, Hêzên Koalîsyona Navneteweyî û hikumeta nû ya Sûriyeyê dixwarin."

Girêdayî mijarê fermandarê CENTCOMˊê lîwa Brad Cooper got, "Em ê li tevahî herêmê bi xurtî bi ser terorîstên DAIŞˊê de bigiri. Bi hevkariya şirîk û hevalbendên me, CENTCOM di pabendbûna xwe ya têkbirina mayînde ya DAIŞˊê û parastina xaka Amerîkayê de sabit dimîne."

Li gorî agahiyên hatine parvekirin, operasyon derdora saet 02.00ˊan sibehê pêk hatiye. Helîkopter û balafirên bêmirov parastin dikir. Hêzên Amerîkayê bi xwe êriş pêk anîn.

Şahidan jî aşkera kir ku operasyon ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve dest pê kiriye, lê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) heta vê kêliyê der arê operasyona ku ji herêmê de dest pê kiriye tu agahî parve nekirin.

Pantagonê di Tîrmehê de ragihandibû ku li parêzgeha Idlibê êrişek pêk aniye, bi wê re serçeteyekî mezin ê DAIŞˊê û 2 zarokên wî yên DAIŞˋî hatine kuştin.

Ji salan ve Idlib û herêmên din ên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ne cih û wargehên serçeteyên DAIŞˊê ne. Hêzên Amerîkayê di 2019ˊan de serçeteyê berê yê DAIŞˊê Ebû Bekir El Bexdadî li gundê Barîşa yê Idlibê kuştibû û di 2022ˊan de şûngirê wî Ebû Îbrahîm El Haşimî El Qureyşî kuştibû.

(fr)