Hewldana çeteyan a li Girê Kastêlo hat têkbirin

Hêzên Ewlekariya Şêxmeqsud û Eşrefiyê diyar kirin wan êrişa çeteyan a ji bo ketina taxan, têk biriye.

Hewldana çeteyan a li Girê Kastêlo hat têkbirin
7 ÇILE, 2026   16:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariyê derbarê êrîşên komên çete yên Hikûmeta Demkî ya Suriyeyê ku li ser herdu taxan dom dike de daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku komên çeteya saed derdora 15.00'an de bi tangan êrişî Girê Kastelo kiriye û hewl dane derbasî herêmê bibin. Li ser vê yekê hêzên ewlekariyê bersiva tund daye û êriş têk biriye.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku çeteyan gelek windahî dane û paşde reviyane.