Sîpan Hemo: Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dê bibin keleha berxwedanê

Endamê Fermandariya Giştî ya QSDˊê Sîpan Hemo diyar kir ku hişyariya gelê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, yekitî û berxwedana wan dê tevahî plan û gefan têk bibin û got dê ew tax wek keleha berxwedanê bimînin.

Sîpan Hemo: Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dê bibin keleha berxwedanê
7 ÇILE, 2026   15:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Sîpan Hemo têkildarî êrişên ji duh ve li dijî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên bajarê Helebê tên kirin ku di encamê de 7 kes şehîd bûn û 52 welatî birîndar bûn, axivî.

Di daxuyaniya ku li malpera QSDˊê hatiye parvekirin de Hemo diyar kir ku taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê sembola berxwedanê ne, gelê wan taxan zêdetirî 15 salan rûbirûyî tevahî şêweyên êriş, dorpêçan e, bi tax û malên xwe ve girêdayî man, ji bo parastina rûmet û ewlehiyê hevgirtî bûn.

Hemo da zanîn ku hişyariya gel, yekitî û berxwedana wan wê bingeha têkbirina tevahî plan û gefan bimînin û dê ev tax keleha berxwedanê bimînin û neyên şikandin.

Hemo anî ziman ku berxwedan û serhildana gel dê bi vîna sabît parastina xak, mirovahî û rûmetê berdewam bike.

(fr)

ANHA