Hevserokatiya Şaredariya Qamişloyê ji bo qutbûna avê lêborîn xwest

Hevserokatiya Şaredariya Gel a Qamişloyê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê qutbûna avê li gelek taxên bajêr de lêborîn xwest û rexnedayîn da.

Hevserokatiya Şaredariya Qamişloyê ji bo qutbûna avê lêborîn xwest
22 gulan, 2025   23:56
QAMIŞLO

Şaredariya bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku ew berpirsiyariya qutbûna avê li gelek taxên bajêr e û got sedem ew e gelek bîr ji bo qutbûna dubare ya kehrebê li ser stasyona avê xerab bûne.

Cîgirê hevserokatiya Şaredariya Gel a Qamişloyê Mesûd Yûsiv li ser rûpelên şaredariyê got şaneya krîzê di ema girtina giliyan de hat aktîvkirin û destwerdan kir û pirsgirêk çareser kir.

Yûsiv diyar kir ku şaredarî berpirsiyariya giştî ya xerabbûna çêbûyî hildigire û li pêş welatiyan rexnedayîna xwe dide. Ev gav dan û standina baş bi krîzên xizmetguzarî re nîşan dide, her wiha pabendbûna şaredariyê ya bersivdana lez li hember pirsgirêkan teqez dike.

Yûsiv bang li welatiyan kir ku avê kêm xerc bikin û hişyar bin ku her dilopek vala hat serfkirin bandoreke neyênî li welatî û projeyên xizmetguzariyê dike. Yûsiv got projeyên avê li gorî plana 2025’an de bi rê ve diçin.

(fr)

ANHA