Malpera înternetê ya Vejîna Kurd dest bi weşanê kir

Rêze-dokûmantera ku ji aliyê Komuna Dokûmanteran a Şehîd Gulistan Tara ve hate amadekirin dest bi weşanê kir.

Malpera înternetê ya Vejîna Kurd dest bi weşanê kir
23 gulan, 2025   09:42
NAVENDA NÛÇEYAN 

Rêze-dokûmantera ku ji aliyê Komuna Dokûmanteran a Şehîd Gulistan Tara ve hate amadekirin, ji roja ku kete weşanê û pê ve ji ber astengî û zextên dewleta Tirk li ser qada medya dîjîtal gelek caran hate qedexekirin. 

Piştî vê astengiyê, rêze-dokûmanter li ser qenala Telegramê xwe gihand temaşevanan û niha jî wê li ser malpera înternetê bê weşana din.

Rêze-dokûmantera ku roja Çarşemê li Stêrk TV, roja Înê jî li Medya Haber TV tê weşandin, êdî li ser navnîşana ( https://t.me/taradokumanter ) a telegramê û li ser navnîşana ( www.kominatara.com ) ya malplera înternetê wê karibe bê temaşekirin.

Dokûmantera ku heta niha 8 beşên wê hatine weşandin û rastî eleqeyeke mezin hat, beşa wê ya 9'emîn wê di demeke nêz de bê weşandin.

Di vê beşê de ku wê bi navê 'Şehadet' bê weşandin, mijarên; bikaranîna Pîlot (Necatî Kaya) li hemberî Rêber Apo, şehîdên Tevgera Apoyî yên wê demê Fevzî ASLANSOY, Alî Dogan YILDIRIM û Aydin GUL wê werin nirxandin.

www.kominatara.com

https://t.me/taradokumanter