Hevseroka Rêveberiya Xweser: Suriye venagere beriya 2011

Hevseroka Meclisa Demokratîk a Gelan Sîham Qeryo diyar kir ku Rêveberiya Xweser rêya aktîf a pêkanîna istiqra û edaletê li Sûriyeyê ye û destnîşan kir ku ne mumkine Sûriye vegere rewşa beriya sala 2011’an.

Hevseroka Rêveberiya Xweser: Suriye venagere beriya 2011
7 îlon, 2025   02:35
HESEKÊ
BOTAN HISÊN

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di 6’ê Îlona 2018’an de hat îlankirin, ket 8 saliya xwe. 

Bi boneya salvegera îlankirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku ji Meclisa Giştî, Meclisa Rêveber û Meclisa Edaletê pêk tê, Hevseroka Meclisa Demokratîk a Gelan Sîham Qero ji ajansa me re axivî.

Sîham Qeryo pêvajoya ji 2014’an heya 2018’an wekî ezmûneke aktîf di rêgirtina li ber her valahiyeke ewlehî û siyasî de nirxand û got, ev ezmûn bi rêya avakirina saziyên parelel a hikumeta navendî bû modela mîsogerkirina istiqrarê û peydakirina xizmetên bingehîn. Sîham Qeryo diyar kir ku ezmûna behsa mijarê bûye tova avakirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye ku dikaree li herêmên din ên Sûriyeyê were pêkanîn.

Sîham di dewama axaftina xwe de îşaret bi vê yekê kir ku  nîşaneya herî sereke ya ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê re derbas bû, avakirina saziyan û eleqeya civakî ye û wiha pê de çû: "Hevpeymana Civakî yak u bi destê pêkhateyên Sûriyeyê hate nîvisandin, çarçoveyeke navxweyî ava kir ku îro bûye kevirê bingehîn. Di Hevpeymana Civakî de mafên tevahî pêkhateyên Sûriyeyê hatine nasandin, komînê wekî şaneya herî biçûk a biryarê pênase dike, ta dighêje meclisa taxê, paşê bajar, paşê kanton û herî dawî herêmê. Ev yek dihêle ku her ferdek cihê xwe di dayîna biryarê de bigire. Ev jî bi armanca beşdarkirina mozîka civakê di dayîna biryara xwecih de pêk hat, her wiha hemwelatîbûn û pirrengî tên parastin. "

Sîham Qeryo bal kişand ser astengiyên li pêşiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk  derketine û ev nirxandin kirin "Êrişên leşkerî, destwerdanên derve pirsgirêkên herî mezin bû.

Sîham da zanîn ku Rêveberiya Xweser a Demokratîk îro bûye projeyek civakî û siyasî ku vîna civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîşan dide. Armanca wê ew e ku xizma civakê bike, aramiyê pêk bîne û saziyên rêveberiya herêmî wekî bingehek ji bo avakirina siberoja siyasî ya berfireh û piralî li Sûriyeyê pêş bixe.

RÊVEBERIYA XWESER XWE DI JIYANA GEL DE NÎŞAN DIDE

Sîhm destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser a Demokratîk di jiyana gel de xwe nîşan dide, di warê bawerî, adet û ziman de. Her wiha destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser a ku niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heye ji gelek pêkhateyan pêk tê û xwe di jiyana rojane de nîşan dide, bi taybet di hêla cihêrengiya çandî û ziman de, her pêkhate nasnameya xwe di çarçoveyek demokratîk de diparêze. Sîham bal kişand ser sê zimanên fermî yên ku ji hêla rêveberiyê ve hatine pejirandin, pirrengiya siyasî û nûnertiya wekhev ya li herêmê.

Hevseroka Meclisa Gelan a Demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bal kişand ser destkeftiyên jinan di nav vê rêveberiyê de, ku xwedî rolek navendî ne û bi rêjeya Sedî 50 di hemû sazî û cihên biryardanê de cihê xwe digiritn.  Her wiha destnîşan kir ku modela bi pêşengiya jinan ji bo jinên li Îranê jî bûye çavkaniya îlhamê.

Sîham Peymana Civakî bi bîr xist, ku tê mafên siyasî, çandî, aborî û civakî ji bo hemû pêkhateyan hatiye parastin û li gorî peymanên navneteweyî, rêgezên edaleta civakî û mafên mirovan hatine destnîşankirin.

PIŞTGIRIYA NAVNETEWEYÎ YA SÊALÎ

Li gorî Siham Qeryo, Îro Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 3 hêlan ve piştgiriyê werdigire. Piştgiriya leşkerî ji hêlahevpeymaniya navneteweyî, piştgiriya mirovî ji hêla rêxistinên navneteweyî û herêmî, ku alîkariyên mirovî ji bo deverên hewcedar peyda dikin, û piştgiriya siyasî ji hêla Almanya, Amarîka û Fransayê ve, di çarçoveya danûstandin û diyalogê bi hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê re.

Sîham destnîşan kir ku ev piştgiriya tê kirin ne li gorî rewşa ewlehî û siyasî ya hermê ye.  Sîham hêviya Rêveberiya Xweser a Demokratîk ji bo piştgiriya siyasî û dîplomatîk a zêdetir anî ziman, da ku bibe sedema çareseriyek berfireh di danûstandinan de ku rêzê li taybetmendiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û mafên şêniyên wê bigire.

(k)

ANHA