Bangên ji bo avakirina sistemeke demokratîk li Sûriyeyê

Daxwazên gelên Sûriyeyê yên ji bo avakirina pergaleke rêveberiyê ya demokratîk ku nûneriya hemû pêkhateyan bike, zêde bibin. Di vê derbaarê de sistema nenavendî tê pêşniyar kirin ku bibe destpêka çareserkirina kirîza Sûriyeyê.

Bangên ji bo avakirina sistemeke demokratîk li Sûriyeyê
Bangên ji bo avakirina sistemeke demokratîk li Sûriyeyê
Bangên ji bo avakirina sistemeke demokratîk li Sûriyeyê
Bangên ji bo avakirina sistemeke demokratîk li Sûriyeyê
7 îlon, 2025   05:05
TEBQA
RÊNAD EL ELÎ

Pêkhateyên kantona Tebqayê der barê sistema nenavendî û çareseriya li Sûriyeyê de nêrînên xwe ji ajansa me ra anîn ziman.

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Efrîn û Şehbayê Ibraîm Xelîl, ku li bajarê Tebqayê dijî, der barê mijarê got: "Trajedî û komkujiyên ku ji aliyê rejîma berê ve hatine kirin, hîn jî bandora xwe li rewşa Sûriyeyê dikin, ev 8 meh derbas bûn hikûmeta veguhêz hatiye ser desthilatdariyê lê zihniyeta dûrxistin û desthilatdariya navendî hîn jî deweam dike.”

Xelîl di derbarê peymana 10`ê Adarê ya bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk û hikûmeta veguhêz îmzekirin axivî û got: “Divê sîstemek nenavendî were avakirin ku mafên hemû pêkhate û mezheban pêk bîne. Her wiha destûreke demokratîk were sazkirin bib garantiya pêkanîna hilbijartinên azad û dadperwer di bin çavdêriya navneteweyî û dawî li zihniyeta dûrxistin û dîktatoriyê bîne, ku heta roja îro berdewam dike.

Koçberê ji Efrînê Arif Sîdo, destnîşan kir ku Sûriyeyê di qonaxeke krîtîk re derbas dibe û tê xwestin ku alozî ji kokê de were çareserkirin. Ew jî bi rêya avakirina sistemeke demokratîk û nûjen ku karibe vê kirîza ku ji ber zihniyeta yekalî û dewletparêz zêdetir bûye, çareser bike. Sîdo got ku gelê Sûriyeyê bi dehan salan rastî paşguhkirin, nijadperestî û dûrxistinê hatiye, lewma divê ji ezmûnên berê sûd werbigire û ber bi pêşxistina sîstema Netewya Dmokratîk ve here.  

Sîdo her wiha daxwaza nivîsandina destûreke demokratîk kir ku hemû pêkhate tevlî rêvebirina welêt bibin, da ku jiyanêkî yekgirtî ava bibe hemû pirsgirêkên berê çareser bibin û ji bo her kesî siberojeke çêtir ava bibe.

Şêniya ji kantona Tebqayê, Meryem Elebid jî da zanîn ku jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwazin Sûriyeyeke nû were avakirin û destûreke demokratîk ku mafên hemû pêkhateyan nas bike were sazkirin.

Meryem Elebid anî ziman ku divê jin cihê xwe yê xwezayî di civakê de bigirin û bi bandor tevlê biryaran bibin. Her wiha bal kişand ser girîngiya parastina mafên jinan di destûra ku di sûrye bê çekirin.

Meryem wiha dawî li axaftina xwe anî "Jin ne mafên taybet dixwazin, lê mafên dadperwer ên li ser bingeha wekheviyê dixwazin. Garantiya rastîn a avakirina civakeke azad ku rêzê li rûmeta jinan û mafên mirovan digire, sazkirina destûreke demokratîk e. "

(k)

ANHA