Hevseroka Gerînendetiya Sotemeniyê ya Cizîrê şehîd bû

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê ragihand ku hevseroka Gerînendetiya Sotemeniyê ya kantonê Nadiya El Yûsif şehîd bûye.

Hevseroka Gerînendetiya Sotemeniyê ya Cizîrê şehîd bû
14 tebax, 2025   12:28
QAMIŞLO

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Cizîrê ragihand ku hevseroka Gerînendetiya Sotemeniyê Nadiya El Yûsif, piştî emeliyatê û nebaşiya rewşa wê ya tenduristî, şehîd bûye.

Rêveberiya Xweser sersaxî da malbata Nadiya El Yûsif û tevahî malbatên şehîdan û soza şopandina rêça wan heta pêkanîna armancên wan da.

Naydiya El Yûsif ji destpêka Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve tev li şoreşê bûye, kurê wê Rîwan Tirbespiyê di 2019ˊan de di şerê Serêkaniyê de şehîd bûye.

Di Şoreşa 19ˊê Tîrmehê de Nadiyayê gelek erk wergirtin, wek şêwirmendiya kantona Cizîrê.

Îro cenazeyê şehîd Nadiya El Yûsif li Pakrewangeha Şehîd Dilşêr a li gundê Dugirê yê Tirbespiyê saet di 18.00ˊan de tê definkirin.

(fr)

ANHA