Çigdem Dogu: Li Sûriyeyê artêş tune ye, hin komên çete hene

Çîgdem Dogu diyar kir “Mantiqekî tişta ku jê re dibêjin "entegrasyon" nîn e; jixwe artêşeke Sûriyeyê nîn e. Yên heyî çend komên çeteyan in û ev çete li hember nasnameyên cudaêrişên keyfî pêk tînin.

Çigdem Dogu: Li Sûriyeyê artêş tune ye, hin komên çete hene
14 tebax, 2025   12:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Çîgdem Dogu beşdarî bernameya taybet a Medya Haber TV’yê bû.

Çîgdem Dogu di hevpevpeyvîna xwe de têkildarî rojevên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî axivî.

Çigdem Dogu bal kişand ser pergala nenavendî ya ji bo Sûriyeyê û got: “Nenavendîbûn an jî sîstemên ku dê gel tê de bikarin bi awayekî demokratîk xwe bi rê ve bibin, divê li Sûriyeyê çêbin. Pirsgirêka sed sal berê îro jî didome. Li Tirkiyeyê jî pirsgirêka sereke ev e. Pênaseya Rêbertî ya "civaka demokratîk" mekanîzmayên ku civak dikare heta radeyekê xwe bi xwe xwe bi rê ve bibe, vedihewîne; her çend rêveberiya dewletê hebe jî, divê qadên rêveberiyê yên civakê bi xwe jî hebin. Meseleya Sûriyeyê jî ev e.

Nakokiya sereke li Sûriyeyê ji pirrengiya pêkhateyên gelan pêk tê; mezheb, nasnameyên etnîk û ol, her wiha jin. Dema em bala xwe didin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, şoreşa jinan, birêxistinbûna jinan û rengê jinan lê heye. Lê li herêmên din, li herêmên Elewî û Durziyan komkujiyên mezin çêbûn. Tundiya li ser jinan û komkujiyên li hemberî gel hîna jî dewam dikin.”

ÇEKDANÎN ANKU ‘WERE EM TE SERJÊ BIKIN’

Çîgdem Dogu têkildarî mijarên entegrasyon û ferzkirina çekdanînê li QSD’ê jî wiha axivî: “Di şert û mercên wiha de zor li QSD’ê tê kirin da ku çekan dayne. Wateya vê ev e; "were, em te serjê bikin"; wateyeke xwe ya din nîn e. Her wiha mantiqekî tişta ku jê re dibêjin "entegrasyon" nîn e; jixwe artêşeke Sûriyeyê nîn e. Yên heyî çend komên çeteyan in û ev çete li hember nasnameyên cuda (nasnameyên zayendî, gel û mezhebî) êrişên keyfî pêk tînin. QSD çekên xwe deyne û entegre bibe, bê mentiq e. Artêşek nîn e heta ku lê entegre bibe. Tu mîsogeriyeke hebûnê nîn e.”

Çigdem Dogu wiha pê de çû: “Ev gel ev çend sal e tê dikoşe, şer dike û nirxên mezin diafirîne. Bi deh hezaran şehîd dane û bi deh hezaran gaziyên xwe hene. Di warê şoreşa jinan de jî nirxên gelekî girîng derketine holê. Di warê sîstema jiyana civakî ya li erdnîgariyekê de jin dikarin bi rengekî azad bijîn û li wir jiyana xwe bidomînin.

Mînak; YPJ hêzeke çekdar e. YPJ nikare çekên xwe teslîmî vê artêşa çeteyan a qatil bike. Gelên Ereb, Ermen, Kurd û Suryan li vê erdnîgariyê bi hev re hene. Ne pêkan e ku li ser navê van gelan tiştek were gotin. Mantiqê ferzkirineke bi vî rengî nîn e.”

‘WÊNEYÊ REFLEKSA KOMARA DEMOKRATÎK A SÛRIYEYÊ’

Çîgdem Dogu bal kişand ser civîna li Hesekê jî û got: “Civîna gelan a li Hesekê hat lidarxistin gelekî watedar bû. Ne tenê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, her wiha bi beşdariya nûnerên gelên elewî, durzî û sûnnî civînek hat lidarxistin. Ev civîn di warê aşkerakirina helwesteke hevpar de girîng bû. Li gorî me ev wêne refleksa Komara Demokratîk a Sûriyeyê ye. Eger komareke bi vî rengî ava bibe, her kes dê entegre bibe, li ser bingeha demokratîk tev lê bibe; dema pêwîstbû dê şer bike, dema pêwîst bû dê bibe nobedar.

‘JI BO ROJHILATA NAVÎN Û TIRKIYEYÊ MÎNAK E’

Her wiha Çîgdem Dogu diyar kir: “Ev pêvajo ji bo parastina şoreşa jinan û şoreşa demokratîk a gelan gelekî hêja ye. Ji ber ku dê ji Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê re bibe mînak, girîng e têkoşîn û berxwedanê bidomînin. Lewma jî têkiliyên dualî pir girîng in û rastiyek in.”