Ji xwepêşandêrên li Siwêdayê banga piştgiriyê

Li Siwêdayê xwepêşandanên bi daxwazên pêkanîna biryara 2254′an a Neteweyên Yekbûyî û dawî anîna li siyasetên paşguhkirin û birçîkirinê dewam dikin. Di xwepêşandanan de bang piştevaniyê hat kirin.

Ji xwepêşandêrên li Siwêdayê banga piştgiriyê
Ji xwepêşandêrên li Siwêdayê banga piştgiriyê
Ji xwepêşandêrên li Siwêdayê banga piştgiriyê
17 kanûn, 2023   14:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Xwepêşandanên xelkê Siwêdayê yên bi daxwaza pêkanîna biryara Neteweyên Yekbûyî ya 2254′an, çareseriya siyasî, dûrxistina Beşar Esed û hilweşandina hikumeta wî di roja xwe ya 123′an de dewam dikin.

Xwepêşandêr îro jî li qada Kerama ya bajar kom bûn û pankartên wekî "Tirsonek azadiyê ava nakin, ji bilî lehengan tu kes rumetê ava nake", "Ji Azadxwazên El Cebet bangawaz ji bû birayên sûriyeyî; çeteyên serdest tiştekî pêşkêşî we nake, Siwêda bi tenê nehêlin" vekirin. Her wiha pankaretên wekî "Polîtîkayên birçîkirin û paşguhkirinê me natirsîne.. Ev welat û serwetên wê mafên me û yên zarokên me ne", "Em Sûriye ne û Sûriye em in, wê ji bilî edaletê û pêkanîna biryara Neteweyên Yekbûyî ya 2254′an tu kes Sûriyeyê bi rêve nabe" hatin vekirin.

(bb)