Xelkê Minbicê: Em ê têkoşîna ji bo azadiya Rêbertî bidomînin

Xelkê kantona Minbicê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û bêdengiya navneteweyî li hember tecrîdê, şermezar kirin.

Xelkê Minbicê: Em ê têkoşîna ji bo azadiya Rêbertî bidomînin
20 gulan, 2024   16:32
MINBIC

Meclisên bajarokên Heye û Yastî yên kantona Minbicê bi 2 daxuyaniyan bêdengiya aliyên navneteweyî ya li hember tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir.

Hevserokê Meclisa Heyeyê Îbrahîma El Hemod li pêş meclisê bi beşdariya endamên meclisên her du bajarokan û komînên girêdayî wê, daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û bêdengiya aliyên navneteweyî ya li hember tecrîdê hatin şermezarkirin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ew ê têkoşîna di oxira pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de mezin bikin û bang li rêxistin û civata navneteweyî kir ku sûc û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker bi dawî bikin.

(fr)

ANHA